SÎSTEMATÎKA LÊKERÊN XWERÛ YÊN KURDÎ
Lêker saziyên ewqas girîng in ku rêz, dem û wate
hemû saziyên rêzan li gorî lêkeran çêdibe. Forma lêkeran biguhere, dem diguhere
û wate diguhere. Wê demê lêker di rêzan de saziyên girîng in. Lê belê tevî
lêkerên serast jî, lêkerên xwerû jî zehf in. Ev di hîn bûna zimanan de
pirgirêkek mezin e. Ji ber ku gelek kesên ziman dielimin, bi vê pirsgirêkê
diqewimin û hîn bûna ziman ji bo wan hin dijwar dibe.
Lê lêkerên xwerû çiqas zêde bin jî, ewqas ne
bêserûber in. Ji ber ku di nava xwe de vac û sîstematîka wan lêkeran hene. Di zimanê Kurdî de jî, vac û sîstematîka van
lêkerên xwerû hene. Ji sedan 80 lêkerên xwerû li gorî hin forman pêk tên. Ka em
binêrin ku ev hin form çi ne û çawa lêker tê guherîn.
Di Kurdî de çar formên lêkeran hene: Lêkerên ku bi
qertafa raderê ya –în pêk ten, ên ku
bi qertafa raderê ya –andin pêk tên,
ên ku bi qertafa raderê ya –in an jî
-n pêk tên û lêkerin hevedudanî ne.
Lêkerên bi –în û –andin lêkerên serast in. Lê lêkerên ku
bi –in an jî –n
pêk ten, lêkerên xwerû ne.
Ev lêkerên ku bi –in pêk tên, eger berê –in’ê
“t” hebe wê demê ev lêkeran li gorî
forman dikarin biguherin. Ango em ji van lêkeran re bibêjin lêkerên xwerû yên
ku bi “tin” diqede. Di dema niha û raweya fermanî de ev
lêkerên ku bi –tin dawî dibin, -tin ‘a wan jê dikevin û li gorî ev
formên ku em ê li jêr bibînin tê kişandin. Niha em li van forman û kişandina
lêkeran binêrin:
·
Eger ku di kîteya duyemin de tîpa “a” hebe, ev tîp bi gelemperî bi tîpa “ê” yê diguhere. Ev sazî di hemû formên
lêkerên xwerû de wek hevin û di hemûyan de wisa pêk tê:
Mînak:
Lêker Dema Niha Raweya Fermanî
Awartin diawêre biawêre
Bijartin dibijêre bibijêre
Buhartin dibhêre bibuhêre
Guhartin diguhêre biguhêre
Hejmartin dihejmêre bihejmêre
Hinartin dihinêre bihinêre
Nihartin dinihêre binihêre
Qefaltin diqefêle biqefêle
Qeşartin diqeşêre biqeşêre
Spartin dispêre bispêre
Awartin diawêre biawêre
Bijartin dibijêre bibijêre
Buhartin dibhêre bibuhêre
Guhartin diguhêre biguhêre
Hejmartin dihejmêre bihejmêre
Hinartin dihinêre bihinêre
Nihartin dinihêre binihêre
Qefaltin diqefêle biqefêle
Qeşartin diqeşêre biqeşêre
Spartin dispêre bispêre
·
Eger di lêkerê de berê –tin’ê tîpa “s”yê hebe, ev tîp diguhere û dibe tîpa “z”.
Mînak:
Lêker Dema Niha Raweya Fermanî
Arastin diarêze biarêze
Baristin dibarize bibarize
Bihîstin dibihîze bibihîze
Gestin digeze bigeze
Guhastin diguhêze biguhêze
Heristin diherize biherize
Lîstin dilîze bilîze
Mîstin dimîze bimîze
Parastin diparêze biparêze
Peristin diperize/diperise biperize/biperise
Qevastin diqevêze/diqevêse biqevêze/biqevêse
Xwastin dixwaze bixwaze
Baristin dibarize bibarize
Bihîstin dibihîze bibihîze
Gestin digeze bigeze
Guhastin diguhêze biguhêze
Heristin diherize biherize
Lîstin dilîze bilîze
Mîstin dimîze bimîze
Parastin diparêze biparêze
Peristin diperize/diperise biperize/biperise
Qevastin diqevêze/diqevêse biqevêze/biqevêse
Xwastin dixwaze bixwaze
Îstîsna: Şikestin(dişikê,
bişikê) hwd.
·
Eger di lêkerê de berê –tin’ê tîpa “ş”yê hebe, ev tîp diguhere û dibe tîpa “j”.
Mînak:
Lêker Dema Niha Raweya Fermanî
Avê(ş)tin diavêje biavêje
Biraştin dibirêje bibirêje
Çêştin diçêje biçêje
Gihaştin digihêje bigihêje
Guvaştin diguvêje/diguvêşe biguvêje/biguvêşe
Kevaştin dikevêje bikevêje
Kuştin dikuje bikuje
Malaştin dimalêje bimalêje
Mê(ş)tin dimêje bimêje
Qelaştin diqelêje/diqelêşe biqelêje/biqelêşe
So(ş)tin disoje bosoje
Biraştin dibirêje bibirêje
Çêştin diçêje biçêje
Gihaştin digihêje bigihêje
Guvaştin diguvêje/diguvêşe biguvêje/biguvêşe
Kevaştin dikevêje bikevêje
Kuştin dikuje bikuje
Malaştin dimalêje bimalêje
Mê(ş)tin dimêje bimêje
Qelaştin diqelêje/diqelêşe biqelêje/biqelêşe
So(ş)tin disoje bosoje
Îstîsna: Şuştin(dişo,
bişo) hwd.
·
Eger di lêkerê de berê –tin’ê tîpa “f”yê hebe, ev tîp diguhere û dibe tîpa “v”.
Mînak:
Lêker Dema Niha Raweya Fermanî
Aşkaftin diaşkêve biaşkêve
Axaftin diaxêve/diaxive biaxêve/biaxive
Beraftin diberêve biberêve
Bişkaftin dibişkêve bibişkêve
Bizaftin dibizêve bibizêve
Heraftin diherêve biherêve
Hingaftin dihingêve bihingêve
Ke(f)tin dikeve bikeve
Nehiftin dinehive binehive
Pişaftin dipişêve bipişêve
Axaftin diaxêve/diaxive biaxêve/biaxive
Beraftin diberêve biberêve
Bişkaftin dibişkêve bibişkêve
Bizaftin dibizêve bibizêve
Heraftin diherêve biherêve
Hingaftin dihingêve bihingêve
Ke(f)tin dikeve bikeve
Nehiftin dinehive binehive
Pişaftin dipişêve bipişêve
·
Eger
lêkera xwerû hew yek kîte be, wê demê tîpa li ber –n’yê mîna “a” û “û” bi hev re dikevin û koka lêkerê
bikar tê an jî tîpa “a”yê dibe tîpa
“ê”.
Mînak:
Lêker Dema Niha Raweya Fermanî
Çûn diçe biçe
Bûn dibe bibe
Dan dide bide
Pan dipê bipê
Zan dizê bizê
Bûn dibe bibe
Dan dide bide
Pan dipê bipê
Zan dizê bizê
Îstîsna: Man(dimîne,
bimîne) hwd.
Wekî me li jor dît ku bi van forman em dikarin
lêkerên xwerê ji sedan heştê bikişînin û formek nû bidin lêkerê. Lê rastiyek
heye ku em nikarin hemû lêkerên xwerû bi van forman bikişînin. Li jor jî me ji
bo her formekê îstîstnayek tenê dan, lê dema ku em bixwazin van îstîsnayan em
dikarin hin zêde bikin. Hin lêker hene ku bixwe bêserûber in û bi tu forman
nayê kişandin. Ji ber vê yekê mirovên nû Kurdî hîn dibin, pêwiste van lêkeran
ji ber bikin:
Mînak:
Lêker Dema Niha Raweya Fermanî
Anîn tîne bîne
Birin dibe bibe
Dîtin dibîne bibîne
Hatin tê bê
Kirin dike bike
Man dimîne bimîne
hwd.
Birin dibe bibe
Dîtin dibîne bibîne
Hatin tê bê
Kirin dike bike
Man dimîne bimîne
hwd.
Gorî mînakên li jor, lêkerên bêserûber çawa ku li her zimanî de heye, di Kurdî de jî heye. Gava ku em bixwazin em dikarin van mînakan zêde bikin.
Tiştek heye ku em bibîr bînin, em ev form û formulên
li jor carinan nikarin ji bo kişandina lêkeran bi kar bînin. Lê gorî ku me li
jor gotin, ji sedan heştê lêker; li gorî van forman têne kişandin û form û
dengekî nû distînin.
Yılmaz BAĞLAR
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder