Di Kurdî de Nîşanên Xalbendiyan
Xalbendî; ango xaldanî ango nuqtedanîn, ev yek di
hemû zimanên cihanê de gelekî giring e. Mirov, di zimanê rojane de bi
kirpandinê peywira xalbendiyan bi cîh tînin. Lê belê, di zimanê nivîskî de, ji
ber ku kirpandin nikare pêk bê, ji bo ev peywir wekî zimanê rojane bi kar bê;
divê xaldanî bi kar bê.
Dîroka xalbendiyan; bi zimanzanê Romayî,
Arîstophanes, re dest pê dike. Ji vê dîrokê şûn ve, bi îcat kirina çapsaziyê
ango ji sersala 16’emîn şûn ve bi pergelî bi kar hatiye. Lê grêdana sîstematîka
wê ji sersala 19’emîn şûn ve pêk hatiye û niha di hemû zimanan de ev wekî
mijareke gelekî girîng tê fêr kirin.
Mirov, ji bo hest û hîsên xwe rast îfade bikin û
rast bigihînin ên hemberî xwe, divê van nîşanan bizanin.
Bi xaldaniyan mirov dikare fikr û ramanên xwe diyartir
îfade bikin, hêsantir bixwînin, hêsantir fehm bikin û dûrî şaş fehm kirinan
bimînin, tonaj û kirpandinan rast bi cîh bînin.
Li gorî ku me li jor jî îfade kir, xalbendî di hemû
zimanên cîhanê de gelekî girîng e. Lê belê ev yek di zimanê Kurdî de rast bi
kar nayê. Hetta ev yek carînan bi tûmerî bi kar nayê. Nivîskarên Kurd van
nîşanan an kêm û kêm an jî, ji bilî xalê, yên din bi kar nînin. Bi rastî, bi
kar nehatina wê kemasiyeke mezin e, ji
bo zimanê Kurdî.
Rast e ku zimanê Kurdî hê li ser nivîsê nû ye. Û
rast e ku gramera Kurdî jî hê nû ve nû li cihê xwe rûdine. Lê divê serê pêşîn
ev mijara xalbendiyan rûne. Çimkî nivîsên ku bi Kurdî hatiye nivîsîn an jî ji
zimanên din wergeriyaye Kurdî, bê xalbendî tê nivîsîn û wergerîn. Ji ber vê
yekê jî, di nivîsê de aloziya fehmkirinê derdikeve holê. Divê di zimanê Kurdî
de, ji bo astengkirina vê yekê, xalbendî rasterast bê bi kar anîn. Bi kar
neanîna xalbendiyan, ji bo Kurdî û Kurdîzanan kêmasiyeke herî mezin e. Divê
hemû kesên Kurdî dizanin, baş hînî vê mijarê bibin.
Vê gavê em ê li jêr li ser vê mijarê bisekinin û
bibînin ku çawa tên bi kar anîn. Em ê zêdetir li ser nîşana xal, bêhnok,
xalbêhnok, du xal (li ser hev) û baneşanê bisekinin. Jixwe ev nişanan di zimanê
Kurdî de, an ên gelekî çewt tê nivîsîn an jî kêm tê nivîsin in. Ji van nîşanan,
divê herî zêde balê bidin bêhnokê.
Nîşanan
1)
Nîşana
Xal ( . )
a) Di
dawiya rêzên ku hukma mîsoger didin, ango yên qediyayî de tê bi kar anîn.
Ez
baş im.
Payîz hat.
Payîz hat.
b) Di
dawiya peyvên ku hatiye kurt kirin de tê bi kar anîn.
Dr., Kur., Îng., Tr., hwd
Dr., Kur., Îng., Tr., hwd
c) Di
nava saetan de tê bi kar anîn.
12.37, 15.00, 20.30 hwd.
12.37, 15.00, 20.30 hwd.
d) Di
nava dîrokan de tê bi kar anîn.
05.05.2005, 10.10.2012 hdw.
05.05.2005, 10.10.2012 hdw.
2)
Nîşana
Bêhnok ( , )
a)
Di dawiya peyv û komên peyvên ku
pey hev rêz bûyî de tê bi kar anîn.
Min xwe li malê, li derve, li kargehê û li ba hevalan herdem tenê hîs dikir. Çimkî jiyana ku min dijî, tenê bû.
Min xwe li malê, li derve, li kargehê û li ba hevalan herdem tenê hîs dikir. Çimkî jiyana ku min dijî, tenê bû.
b)
Di nava hevokên birêz de tê bi kar
anîn.
Em çûn, me dît û em hatin.
Em çûn, me dît û em hatin.
c)
Di hevokan de, piştî cihê ku mirov
dixwaze bikirpîne, tê bikar anîn.
Rûmet, ne tiştekî bi pere tê kirîn ku li ba her kesî hebe.
Rûmet, ne tiştekî bi pere tê kirîn ku li ba her kesî hebe.
d)
Di Kurdî de ji bo ku maneya şaş
dernekeve holê, an paşiya peyva “dema” an jî eger ev peyv terkîb be, di paşiya
terkiba wê de; divê bê bi kar anîn. Çimkî ev pey ji peyva “dem”ê tê û dema ku
em wê bikin “dema”, wê gavê ev peyv şaş xuya dike ku bi veqetandek hatiye
afirandin û bi vê rewşê bi peyva piştî wê tê, tê grêdan. Ev jî maneyeke şaş
derdixe holê. Ka em li jêr her du maneyan jî hevber bikin:
Dema min, xweş bû.
Dema, min ew dît.
Dema min, xweş bû.
Dema, min ew dît.
Di hevoka yekem de
veqetandek heye. “Dema min” terkîbek e. Lê ya hevoka duyemîn, peyva “Dema” bi
xwe tê maneya: dema ku, çaxa ku, gava ku… Wekî peyva “dema”, peyvên “gava” û
“çaxa” û “wexta” jî divê wisa bi kar bê.
e)
Di Kurdî de, dema ku di hevokê de diyar
kirin ji bo kesek/tiştekî tê kirin, divê berî veqetandekên ku cûdayê peyvan tê
nivîsin “a,ê,ên” û piştî hevoka
diyarkirinê bê bi kar anîn.
Mehmet Ûzûn, ê ku pêşengekî Edebiyata Nûjen a Kurdî, xwedî gelek kitêbên hêjayî ye.
Mehmet Ûzûn, ê ku pêşengekî Edebiyata Nûjen a Kurdî, xwedî gelek kitêbên hêjayî ye.
f)
Piştî peyvên bangî ango hîtabî divê
bê bi kar anîn.
Hevalên hêja, hûn hemû bi xêr hatin.
Hevalên hêja, hûn hemû bi xêr hatin.
g)
Di hevokên mercî de, divê bêhnok
piştî hovoka yekem ango ya bi merc, bê nivîsîn.
Eger tu ê werî, ez ê ji bo te cih bigirim.
Heke em dixwazin dereng nemînin, divê em amadekariyên xwe bikin.
Eger tu ê werî, ez ê ji bo te cih bigirim.
Heke em dixwazin dereng nemînin, divê em amadekariyên xwe bikin.
3)
Nişana
Xalbêhnok ( ; )
a) Di
nava hevokên ku bi şekl û mane wekhev de, mirov dikare ji dêvla xalê vê bi kar
bîne. Hevokên ku mîna van; eger bê xal bin, divê bi grêdankekê bê grêdan. Lê
belê eger em grêdankan bi kar nînin, wê gavê divê em xalbêhnokan bi kar bînin.
Ka em xwarin bixwin; xwarin amade ye. (çimkî)
Em derkevin derve; hewa îro xweş e. (ji ber ku)
Ka em xwarin bixwin; xwarin amade ye. (çimkî)
Em derkevin derve; hewa îro xweş e. (ji ber ku)
b) Di
nava cure û kompeyvan de, ên ku di nava xwe de bi bêhnokan hatiye veqetandin, tê bi kar anîn.
Ez ji fêkiyan ji tû, zebeş û hinaran; ji sewzeyan jî ji bexdenûs, kartol û keleman hez dikim.
Ez ji fêkiyan ji tû, zebeş û hinaran; ji sewzeyan jî ji bexdenûs, kartol û keleman hez dikim.
c) Ji
bo ku pîşkara hevokê tevlihevê peyvên din, ên ku di nava hevokê de zêde û zêde
bi bêhnokê bi kar hatiye, nebe; divê xalbêhnok bi kar bê.
Rojhat; ji Hogir, Hêlîn û Şîlanê mezintir e.
Şiyar; Adar, Nûjen û Delalê nas dike.
Rojhat; ji Hogir, Hêlîn û Şîlanê mezintir e.
Şiyar; Adar, Nûjen û Delalê nas dike.
d) Di
hevokên ku, di nava hêmanên wan de, bêhnok hene de; divê xalbêhnok bê bi kar
anîn
Eger tu dixwazî werî, tu dikarî bê; lê em ê zû vegerîn.
Eger tu dixwazî werî, tu dikarî bê; lê em ê zû vegerîn.
4)
Nîşana
Du Xal (Du xal li ser hev) ( : )
a) Bi
gelemperî, di cihên ku diyarkirin tê kirin de, tê bi kar anîn.
Rojname: Nameya ku her roj bi nûçeyên rojane derdikeve.
Pênûs: Tiştê kup ê nivîs tê nivîsandin.
Rojname: Nameya ku her roj bi nûçeyên rojane derdikeve.
Pênûs: Tiştê kup ê nivîs tê nivîsandin.
b) Di
hevokan de eger hevokek îqtîbas dibe, ango ji cihekî tê girtin, divê du xal bê bi
kar anîn.
Hat ba min û got: “Ez, ji zû ve ye te nabînim.”
Herdem serê peyva wê ev e: Rûmet
Hat ba min û got: “Ez, ji zû ve ye te nabînim.”
Herdem serê peyva wê ev e: Rûmet
c) Di
cihê ku mînak dê bê dan de, divê bê bi kar anîn.
Gelek zaravayên zimanê Kurdî hene. Ev jî: Kurmancî, Dimilî, Soranî, Goranî hwd. ne.
Gelek zaravayên zimanê Kurdî hene. Ev jî: Kurmancî, Dimilî, Soranî, Goranî hwd. ne.
5)
Nîşana
Baneşan
a) Ev
nîşan; di cihên ku bang kirin, gazî kirin, hawar kirin, tirsîn, şa bûn, qehirîn,
ecêb mayîn hwd. tê de heye, divê bê bi kar anîn.
Bavo! Dayê! Xalo! Apo! Bra! Xwişkê! Heval! Dotmamê! Pismam!
Bavo! Dayê! Xalo! Apo! Bra! Xwişkê! Heval! Dotmamê! Pismam!
Gundîno! Bajarîno! Kurdino!
Êdî bes e! Îca ev nebû! Hawar!
Mamoste Yılmaz Bağlar
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder