DI
NAV ZIMANÊ CÎHANÊ DE CIHÊ ZIMANÊ KURDÎ
Di
nava mîrovan de fikirek ne rast heye. Ev fikir jî, zimanê Kurdî zimanekî nû ye. Lê ev ne rast e. Zimanê Kurdî wek
zimanê Farisî, Erebî, Fransî hwd.
zimanekî kadîm e. Nexwe zimanê Kurdî
çawa zimanekî kadîm e û binyada wê çi
ye?
Zimanê
Kurdî di nava koma zimanê Hind-Ewropî de
ye. Ev koma ziman bi texmînî B.Z 3500-an peyda bû ye. Ji vê dîrokê pêv kom nava
xwe wekî Rojava, Rojhilat û Başûr ji hev cihê dibin.
Rojava: Nava xwe Tokarî, Germenî, Helenî, Frîg-Trakyayî(Bitinî),
Îtalî, Venedîkî, Mesopîkî,Keldî
Başûr:
Zimanê Anatoliya ku gelek ji van zimanên di dîrokê de wenda bû ne.
Rojhilat:
Em dikarin vê komê bi sê aliya bilêkol in. Peyda bûna vê jî bi texmînî B.Z
3000-an e. Ji vê dîrokê şûnde nêzikê sala 2700-an zimanê Ermeniyan peyda bû ye.
Rewşek balkêş heye ku ne ji zimanê Ermeniyan tu zimanê din peyda bû ye û ne
zimanê Ermeniyan di dîrokê de xera bûye. Aliyekî ev ziman bi tenê heta niha
hatiye. Aliyê din de zimanê Kefarî, Dartî, Hindî; Baltikî û Slavî heye. Aliyê
herî dawiyê de malbata zimanê Îranî tê. Ev malbat di nava xwe de bi du aliya ji
hev cihê dibe: Îraniya Rojhilatî û Îraniya Rojavayî. Ya yekemîn de (Îraniya
Rojava ya Bakurî) zimanê Farisî, Lûrî, Efganî(Gurrî) hwd. hene. Ya duyemîn de
(Îraniya Rojava ya Başûrî) zimanê Kurdî tê.
Gorî
gelek lêkolînkeran zimanê Kurdî berdewama zimanê Medî ye. Jixwe peyv, gotin û
gramera herdu zimana wek hev e. Ji ber ku ev fikir, dibe fikirek rast be. Bi
texmînî peyda bûna zimanê Kurdî B.Z 1000-500 e. Ji serê Zabûn şûn ve zimanê
Kurdî bi du zaravayê mezin ji hev cihê dibe. Ev zaravayên mezin:
1-Pehlewanî:
Zaravaya Pehlewanî di nava xwe de wekî Goranî
û Dimilî(Zazakî) ji hev vediqetin. Ev
her du zarava jî di nava xwe de bi gelek devokan ji hev cihê dibin. Ji bo
mînak: Goranî dibe du alî û devokên mîna Lakî û Hewremanî pêk tên. Ev devokan
li aliyê Kurdîstana Başûr û Kurdîstana Rojava ya Başûr tên peyivin. Ku Dimilî
jî li Kurdîstana Bakur tên peyivin. Lê tiştekî pêwist heye ku em bibêjin, di
nava gel de j zaravaya Dimilî re dibêjin Zazakî. Lê belê ev ne rast e. Ji ber ku
ev peyva “Zaza”, ewqas ku di vê zaravayê de di gelek peyvan de tîpa “z” zêde ye
ku, yên Kurmanc ji van gelên vê zaravayê dipeyivin gotin e “Zaza”. Jixwe
mîrovên Dimilî dipeyivin jî ji yên nava wan
de Kurmancî dipeyivin re dibêjin “ Herewere” ku ev peyv jî ji lêkerên
“Herin” û “Werin” tên.
2-Kurmancî:
Kurmancî di nava xwe de; wekî Kurmanciya Başûr (Soranî) û Kurmanciya Bakur(Behdînanî)
ji hev vediqetin. Kurmanciya Başûr di nava we de bi du devokên mezin ji hev
vediqetin: Soranî û Kelhûrî. Ev devokan li Kîrmanşahê, Germiyanê, Sileymaniyê,
Erdelanê, Erbîlê hwd. tên peyivin. Kurmanciya Bakur jî di nava xwe de bi gelek
devokên heremî pêk tên (Botanî, Colemêrgî, Bazidî, Urfî hwd.) lê hemû devok bi
yek binyadê li hev dicivin ku ev jî Kurmancî ye.
Gorî ku
me li jor dîtin, binyada zimanê Kurdî kadîm û dirêj e. Zimanê Kurdî di nava xwe
bi gelek zarava û devokên heremî ji hev vediqet e. Mîrov dizanin ku zimanek ji
zimanekî din bi zarava veqete, gelek demên şûn ve ev zarava bi xwe dibe
zimanekî nû. Jixwe zimanên li cîhanê hemû wisa pêk hatin e. Ji ber ku zaravaya
Pehlewanî û Kurmancî nava xwe bûn e zimanên nû. Em vê fikirê ji cûdatiya gotin
û rêzbûna hevokên van zaravayan karin fam bikin. Lê tiştekî wisa heye ku pewiste
nên jibîr kirin, binyada van zaravayan Kurdî ye û hemû zarava û devokên li bin
vê binyadê ji zimanê Kurdî ango ji
zimanê kadîm ku Medî tên. Li cîhanê nêzîkê 40-50 milyon Kurd hene. Di nava vê
gelhê de 25-30 milyon kes bi Kurmancî diaxivin.
Li cîhanê
gelek komên zimanan hene; koma Hind-Ewropî, Ûral-Altay, Hamî-Samî hwd. Nava van
koman ya herî mezin koma Hind-Ewropî ye. Vê komê ji pêk hatina yekem heta niha
gelek ziman peyda kiriye. Ev zimanan jî ji hev gelek cûda bû ne. Lê binyada
hemûyan ev kom e. Ji ber ku vêgavê di zimanên vê komê de gelek peyv wek hev in:
Kurdî Elmanî Îngilîzî Farisî Fransî
Erd Erde Earth Eradî Terre
Stêrk Stern Star Sitare Astre
Mak Mutter Mother Mader Mére
Hebûn Habben Have Hesten Avoir
Min Mein My Men Mon
Na Nein No Ne Non
Bed Böse Bad Bed Mauvais
Nû Neu New Nev Nouveau
Nav Nam Name Nam Nom
Heşt Acth Eight Haşt Heut
Mêr Mann Man Merd Mâle
Du Zwei Two Do Duex
Derî Tür Door Der Porte
Dot Tochter Daughter Doxter Fille
Hêk Ei Egg Toxmê morx Euf
Me li jor
kal kir ku zimanê Kurdî di nava koma Hind-Ewropî de di nav malbata Hind-Îranî
de ye. Gelek kes difikirin ku ger navê vê malbatê Hind-Îranî be, wê demê zimanê
Kurdî jî ji zimanê Îranî tê. Jixwe gelek mîrovên nîjadperest yên dijminî bi
Kurdan dikişîn in ji vana ne. Lê ev ne rast e. Sedema vê rewşê ev e ku
senifandina zimanan gorî erdnîgariyê pêk tê. Di komên zimanan de malbat, gorî
erdnîgariya mezinatî tên binavkirin û zimanên wê malbatê jî bin wî navî de tên
hesibandin. Ji ber ku em dibêjin zimanê Kurdî di nava koma zimanên Hind-Ewropî,
malbata Hind-Îranî de ye. Lê jixwe zimanên Ewropî jî bi Zimanên Latinî, Zimanên
Germenî û Zimanên Slavî tên binavkirin û malbat kirin û ev malbatan jî bi gelek
zimanan ji hev vediqet in. Lewra zimanê Kurdî ji zimanê Îran ango Farisî nayê.
Ev herdu ziman ji binyadekê tên û zimanbirayên hev in. Çawa ku du bira ji
dayikekê dibin û mezin dibin şûn ve ji hev cûda dibe û zarokên wan jî her diçin
dûrî hev dikevin, ev herdu ziman jî wisa ne. Lê tiştekî wisa heye ku di van
herdu zimanan de gelek peyv wek hev in.
Kurdî Farisî
Xwîn Xün
Nan Nan
Bira Berader
Tarî Tarîk
Dot Doxter
Roj,Roz Rûz
Kirin Kerden
Mirin Murden
Bav, Fader Peder
Tirs Ters
Xweş Xoş
Agir, Ar Ateş, Azer
Masî Mahe
Meh Mah
Hefte Hafta
Dest Dest
Xwedê Xuda
Nan Nan
Bira Berader
Tarî Tarîk
Dot Doxter
Roj,Roz Rûz
Kirin Kerden
Mirin Murden
Bav, Fader Peder
Tirs Ters
Xweş Xoş
Agir, Ar Ateş, Azer
Masî Mahe
Meh Mah
Hefte Hafta
Dest Dest
Xwedê Xuda
Em
dikarin mînakan zêde û zêde bikin. Aliyê din jî tîpa di hevokên Kurdî de ya
ergatîf(di dema boriyê de guherîna bi lêkeran re cinavkên kesanê jî diguher e)
di zimanê Farisî de tune ye. Ev mînak jixwe tenê bese ku zimanê Kurdî û Farisî
çawa ji hev cûda ne. Lê hewce ye ku em
du kelama li ser cûda bûna peyvên Farisî û Kurdî çawa dibe bikin.
Di dawiya peyvên Kurdî yên ku bi “v” diqedin, di zimanê Farisî de bi “b” diqedin:
Kurdî Farisî
Şev Şeb
Bav Bab
Tav Tab
û hwd. Peyvên ku di Kurdî de bi “j” destpê dikin an jî diqedin, di Farisî de bi “z” destpê dikin an jî diqedin:
Şev Şeb
Bav Bab
Tav Tab
û hwd. Peyvên ku di Kurdî de bi “j” destpê dikin an jî diqedin, di Farisî de bi “z” destpê dikin an jî diqedin:
Kurdî Farisî
Jehr Zehr
Roj Roz
Jin Zen
Jîn Zindegî
û hwd. Peyvên ku di Kurdî de bi “v” destpê dikin an jî diqedin, di Farisî de bi “ şm/m” destpêdikin an jî diqedin, di Kurdî de yên ku “z” di Farisî de “d” diqedin an jî destpêdikin:
Jehr Zehr
Roj Roz
Jin Zen
Jîn Zindegî
û hwd. Peyvên ku di Kurdî de bi “v” destpê dikin an jî diqedin, di Farisî de bi “ şm/m” destpêdikin an jî diqedin, di Kurdî de yên ku “z” di Farisî de “d” diqedin an jî destpêdikin:
Kurdî Farisî
Çav Çeşm
Zava Damad
Zana Dana
Gav Gam
Nav Nam
Zerya Derya
Çav Çeşm
Zava Damad
Zana Dana
Gav Gam
Nav Nam
Zerya Derya
Mîrov
bixwaze dikarin mînakan zêde bike. Lê ewqas bese. Nexwe zimanê Kurdî û zimanê
Farisî ne yekin û Kurdî ji zimanê Farisî ne hatiye. Hew ev herdu zimanan ji
binyadekê hatine û di deman de ji hev cûda bû ne. Jixwe zimanê Kurdî gelek peyv
da ye Farisî û ev peyv niha di zimanê Tirkî de jî hene. Wê demê çima gelek
mîrov dibêjin peyvên di zimanê Tirkî de ji zimanê Farisî hatine an jî yên
Kurdî? Bersiva vê pirsê ewqas ne dijwar e tersane hêsan e. Çimkî zimanê Farisî
di dîrokê de her dem bûye zimanê fermî yên dewletê li vê erdnîgariyên ava bû
ne. Bilî dewletên Farisî yên Tirk jî kirine zimanên xwe ya fermî(Selçukiyanê
Mezin). Ji ber ku vî zimanî ji kîjan zimanê din peyv standî be, ev peyv bûye
Farisî û di demê de binyada xwe wenda kirine bûne Farisî. Kurdî jî gelek peyvên
wisa daye Farisî û ji Farisî jî çû ne zimanên din. Erê raste ku zimanê Kurdî jî
ji zimanê Farisî gelek peyv standî ye. Lê ev neyî ser vê wateyê ku zimanê Kurdî
ji zimanê Farisî tê.
Zimanê
Kurdî li ser nivîsê zimanêkî nû ye. Erê di dîrokê de gelek nivîskaran mîna
Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî hwd. bi Kurdî nivîsî be jî, bi gelek caran cand û
wêje ya Kurdan bi zimanê Erebi, Farisî û Osmanî hatiye nivîsandin. Ji ber ku
gelek wêjemend, helbestvan û dîrokzanên Kurd berhemên xwe bi van zimanan nivîsî
ne. Jixwe bi Kurdî nivîsandin ba jî, bilî xwendeyên medreseyan kesî din nekarî
bûn bixwandiban. Ji ber vê yekê zimanê Kurdî di dirokê de li ser nivîsê zêde hîn
ne bû ye. Zaten zimanê nebû ye zimanê fermî, li ser nivîsê hîn nabe û hêdî hêdî
di dîrokê de wenda dibe. Lê zimanê Kurdî di dîrokê de wenda ne bû ye tersane
heta niha hatiye û niha di nava 40-50 milyon kesan de tê peyivîn. Jixwe ev çawa
bû ye ku ev ziman wenda ne bû û heta niha hatiye bênivîs? Bersiva vê pirsê hem
di erdnîgariyê de hem jî di rewişta gelê Kurd de veşartî ye. Ji ber ku gelê
Kurd di dîrokê di bêdewlet mane lê bindestiya wan tudem ne bû ye bindestiya têkûz(çandevarî,
zimanî, folklorî hwd.). Kurd herdem xwedî li ziman û çanda xwe derketine. Ji
ber vê yekê zimanê Kurdî heta niha hatiye û ne bû ye zimanê mirî.
Niha zimanê Kurdî roj bi roj ser
nivîsê hîn dibe. Hîn bûna ziman li ser nivîsê li aliyekî, aliyê din jî mîrov
divê herdem zimanê xwe rast bipeyiv e û xera nekin. Ger ku ziman rast ne yê
peyivîn û nivîsîn, her diçe wenda dibe û di dîrokê de dikeve nava koma zimanê
mirî. Lê zimanê Kurdî bi qedîm bûna xwe dijwar e ku têkev e nava zimanên mirî.
Yılmaz BAĞLAR
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder