DI ZIMANÊ KURDÎ DE ERGATÎF AN JÎ ERGATÎFÎ
Ev peyva “Ergatîf” ku
ji zimanê Yûnaniya Qedîm tê, wateya wê ya di vî zimanî de “ê/a dixebitîne” ye.
Lê wateya wê ya di termînolojiya rêzimanan de hinek cûda ye.
Di zimanan dem li gorî
lêkeran pêk tên. Lêker çi formê bistîne, dema wê rêzê jî li gorî wê formê
diguhere. Ev yek di hemû zimanên cihanê de wek hev e. Ji bilî vê yekê, di hin
zimanê Hind-Ewropî de saziyek cûda jî heye. Ev jî saziya ergatîf e. Kurdî
zimanekî ergatîf-absolîtif e. Ji bo mînak Tirkî zimanekî nomînatîf-akuzatîf e. Wê
demê ergatîf çi ye û wateya wê ya rêziman tê ser çi?
Çawa ku di rêzan de dem
li gorî form standina lêkeran pêk tê û dem diguhere dibe demek nû, di saziya
ergatîfê de jî hem lêker forma xwe distîne hem jî pîşkara(cînavk) rêzê li gorî
lêkera bireser diguhere. Lê ev sazî di zimanê Kurdî de bi tenê di dema borî û
muştaqên wê de heye. Di normalî de ergatîf bandora xwe dide ser hemû deman. Lê
di zimanê Kurdî de bi tenê bandora xwe dide ser dema borî. Ji ber vê yekê em
dikarin ji ergatîfa zimanê Kurdî re bibêjin “nîv-ergatîf”.
Me li jor jî got ku di
zimanê Kurdî de ev sazî di dema niha, dema bê û muştaqên wan de ev sazî bi kar
nayê. Wê demê kîjan lêkeran ergatîf e kîjan ne ergatîf e? Hemû lêkerên bireser
distînin ergatîf in. Lê çawa tê fehm kirin ku lêker bireser distîne an jî ne
nastîne? Bi rastî fehm kirina vê rewşê zehf hêsan e. Ji ber ku, dema em
qedîneka “tiştek” bînin pêşiya lêkerê û wateya wê neguhere, wê demê ev ergatîf
e. Lê eger biguhere ev ne ergatîf e.
Li jor me got ku pîşkara
rêzê, bi rastî cînavka rêzê, dema ku lêker bireser distîne, wê demê ev
diguhere. Lê ev guherîn çawa pêk tê? Eger em bi lêkerek bireser distîne rêzekê
li ser dema borî ava bikin; cînavka rêzê xwerû be, dibe tewandî; tewandî be,
dibe xwerû. Dema ev guherîn pêk bê, wateya rêzê naguhere, lê cînavkên rêzê
diguhere.
Ji bo ku em vê saziyê
baş fehm bikin, em li ser mînakan berdewam bikin:
Mînak:
Lêkera “dîtin” lêkerek bireser distîne Lêkera “çûn” bireser nastîne ji ber ne ergatîf e.
ji ber ergatîf e.
ji ber ergatîf e.
Dema Niha Dema Borî
Ez dibînim Min dît Tu dibînî Te dît Ew dibîni Wî/Wê dît Em dibînin Me dît Hûn dibînin We dît Ew dibînin Wan dît |
Dema Niha Dema Borî
Ez diçim Ez çûm Tu diçî Tu çû Ew diçe Ew çû Em diçin Em çûn Hûn diçin Hûn çûn Ew diçin Ew çûn |
Dema ku di rêzê de du
an jî zêdetir cînavk hebin, wê demê hemû cînavk diguherin. Eger cînavk xwerû
be, dibe tewandî; eger tewadî be, dibe xwerû.
Mînak:
Dema Niha Dema Borî
Ez te dibînim Min tu dît Tu min dibînî Te ez dîtim Ew min dibîni Wî/Wê ez dîtim Em we dibînin Me hûn dîtin Hûn me dibînin We em dîtin Ew me dibînin Wan em dîtin |
Vaca vê saziyê çiye. An
jî dema teva lêkera cînavk jî diguhere, wateya wê çawa naguhere? Bi rastî vaca
vê saziyê ku karê tîne ser lêkerê ev e “ji aliyê tiştekî/kesekî kirin” ne. Ev
sazî bi xwe di hundirê xwe de saziya pasîf a veşartî dihewîne. Dema boriya
Kurdî ku eger ergatîf be, ev bi xwe saziya pasîf a veşartî dihewîne.
Ji ber vê yekê guherîna
cînavkan bêwate namîne û wateya xwe ya rast muhafaza dikin. Ango cînavk xwerû
be, wateya tewandî nade û wateya xwe ya rast dide; tewandî be jî wateya cînavka
xwerû nade û wateya xwe ya rast dide.
Mînak:
Dîtin
Min tu dît
|
Tu ji aliyê min hatî dîtin
|
Te ez dîtim
|
Ez ji aliyê te hatim dîtin
|
Wî/Wê ez dîtim
|
Ez ji aliyê wê/wî hatim dîtin
|
Me hûn dîtin
|
Hûn ji aliyê me hatin dîtin
|
We em dîtin
|
Em ji aliyê we hatin dîtin
|
Wan em dîtin
|
Em ji aliyê wan hatin dîtin
|
Xwarin
Min sêv xwar
|
Sêv ji aliyê min hate xwarin
|
Te sêv xwar
|
Sêv ji aliyê te hate xwarin
|
Wê/Wê sêv xwar
|
Sêv ji aliyê wê/wî hate xwarin
|
Me sêv xwar
|
Sêv ji aliyê me hate xwarin
|
We sêv xwar
|
Sêv ji aliyê we hate xwarin
|
Wan sêv xwar
|
Sêv ji aliyê wan hate xwarin
|
Bihîstin
Min Ronî bihîst
|
Ronî ji aliyê min hate bihîstin
|
Te Ronî bihîst
|
Ronî ji aliyê te hate bihîstin
|
Wê/Wî Ronî bihîst
|
Ronî ji aliyê wê/wî hate bihîstin
|
Me Ronî bihîst
|
Ronî ji aliyê me hate bihîstin
|
We Ronî bihîst
|
Ronî ji aliyê we hate bihîstin
|
Wan Ronî bihîst
|
Ronî ji aliyê wan hate bihîstin
|
Hwd. Em dikarin mînakan hin zêde bikin.
Ka em binêrin ku kîjan
form lêker bireser distîne ye.
Bi rastî hemû lêkeran
bi qertafa raderê ya ku bi “-andin”
diqede, bireser distînin.
Mînak:
Gerandin
Gerandin
Min tu gerand
|
Tu ji aliyê min hatî gerandin
|
Te ez geradim
|
Ez ji aliyê te hatim gerandin
|
Wê/Wê ez gerandim
|
Ez ji aliyê wê/wî hatim gerandim
|
Me hûn gerandin
|
Hûn ji aliyê me hatin gerandin
|
We em gerandin
|
Em ji aliyê we hatin gerandin
|
Wan em gerandin
|
Em ji aliyê wan hatin gerandin
|
Şewitandin
Min kaxiz şewitand
|
Kaxiz ji aliyê min hate şewitandin
|
Te kaxiz şewitand
|
Kaxiz ji aliyê te hate şewitandin
|
Wê/Wî kaxiz şewitand
|
Kaxiz ji aliyê wê/wî hate şewitandin
|
Me kaxiz şewitand
|
Kaxiz ji aliyê me hate şewitandin
|
We kaxiz şewitand
|
Kaxiz ji aliyê we hate şewitandin
|
Wan kaxiz şewitand
|
Kaxiz ji aliyê wan hate şewitandin
|
Hwd. Em dikarin mînakan hin zêde bikin.
Ji bilî hin îstîsnayan,
lêkerên xwerû yên ku tîpa “t” li pêş
qertafa radera “-in” heye, ango em
bibêjin ên bi “-tin” diqedin hemû bireser
distînin.
Parastin
Min tu parast
|
Tu ji aliyê min hatî parastin
|
Te ez parastim
|
Ez ji aliyê te hatim parastin
|
Wê/Wî ez parastim
|
Ez ji aliyê wê/wî hatim parastin
|
Me hûn parastin
|
Hûn ji aliyê me hatin parastin
|
We em parastin
|
Em ji aliyê we hatin parastin
|
Wan em parastin
|
Em ji aliyê wan hatin parastin
|
Bijartin
Min pirtûk bijart
|
Pirtûk ji aliyê min hate bijartin
|
Te pirtûk bijart
|
Pirtûk ji aliyê te hate bijartin
|
Wê/Wî pirtûk bijart
|
Pirtûk ji aliyê wê/wê hate bijartin
|
Me pirtûk bijart
|
Pirtûk ji aliyê me hate bijartin
|
We pirtûk bijart
|
Pirtûk ji aliyê we hate bijartin
|
Wan pirtûk bijart
|
Pirtûk ji aliyê wan hate bijartin
|
Hwd. Em dikarin mînakan hin zêde bikin.
Ji bilî van formên
lêkeran, lêkerên din jî di nava xwe de wekî bireser distîne an nastîne ji hev
cihê dibin. Lê em nikarin wan bixin komekê. Ji bo ku fehm kirina kîjan bireser
distîne an nastîne, pêwist e ku em li wateya wan binêrin û li gorî formula ku me
li jor got, fehm bikin ku bireser distîne ye an jî nastîne ye.
Niha di zaravayên
zimanê Kurdî de ergatîfî zêdetir di zaravaya Kurmancî de bi kar tê. Lê li hin
devokên vê zaravayê ev sazî nema bi kar tê. Di zaravayên din de ya ku vê niha
nema bi kar tîne an jî herî kêm bi kar tîne, zaravaya Soranî ye. Ji xwe
zaravayên xêndî Kurmancî, zaravayên din vê pir kêm bi kar tînin.
Di vir de ez dixwazim
tiştekî diyar bikim. Hin kes ku gelemperiya wan nîjadperest in, dibêjin ku
zimanê Kurdî ji zimanê Farisî tê. Lê di zimanê Farisî de ev saziya ergatîf qet
nîne. Ji ber vê yekê ev fikra wan a vala dîsa û dîsa vala derdikeve. Ji xwe em
dikarin ji bo Kurdî û Farisî bibêjin bra-ziman in. Lê kes nikarin bibêjin Kurdî
ji zimanê Farisî tê. Ev mînak bi tenê fikra wan vala derdixe.
Yılmaz BAĞLAR
Yılmaz BAĞLAR
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder